Nihat Kavşut
02 Sibat 2018•Rojanekirin: 02 Sibat 2018
WASHINGTON
Fidel Castro Diaz-Balartê (68) kurê mezin yê Fidel Castroyê serokê berê yê Kubayê xwe kuşt.
Li gor nûçeya ku di rojnameya fermî ya Kubayê da derket Castro di mehên dawîn da ketibû depresyoneke mezin û dihat dermankirin.
Di nûçeyê da der heqê mirina wî da agahî nehat dayîn û hat diyarkirin malbatê der heqê cinaze da agahî bide.
Castro li Kubayê wek 'Fidelito' dihat zanîn û di 1ê Îlona 1949an da ji Mirta Diaz-Balarta xanima ewil ya Fidel Castro çêbûbû. Castro di heyama Yekîtiya Sovyetan da perwerdeya fizîka nukleerê dibîne û li Kubayê di vî warî da dixebite.
Fidel Castroyê (90) serokê Kubayê yê berê di Mijdara 2016an da miribû.