BALÎ
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê John Kerry û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ji bo lûtkeya Rêxistina Şîrîkatiya Aboriyê ya Asya Pasîfîkê (APEC) çûn bajarê Baliyê. Wezîran piştî lûtkeyê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Kerry wiha got: "Bi rastî em, ji pêvajoya îmxakirina çekên kîmyewî pir kêfxweş in. Ev yek bi hevkariya kurewî û hewldana piralî pêk hat."
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî diyar kir ku, di pêvajoyê de bi rejîma Esed re her tim lihevkirine û ji muxalefetê jî daxwaza wan ew e ku, ev jî li hev bikin.
Kerry û Lavrov der barê çareserkirina qeyrana siyasî ya Sûriyê de jî axivîn û dan zanîn ku amedehiyên konferansa navneteweyî didomin.