İbrahim Atmaca
18 Mijdar 2018•Rojanekirin: 18 Mijdar 2018
BRUKSEL
Nûnera Payebilind a Polîtîkayên Têkiliyên Dereke û Ewlehiyê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini got, "Em ê encama lêpirsîna li ser cinayeta Kaşikçi bi şirîkên navneteweyî ra ji nêz va bişopînin."
Mogherini der heqê mijarê da daxuyaniya nivîskî da û ji bo ronîkirina cinayeta Kaşikçi daxwaza YEyê ya meşandina lêpirsîneke "pêbawer û zelal" dubare kir.
Mogherini diyar kir ku wan daxuyaniyên ku rayedarên Siûdî di 15ê mijdarê da dan, şopand û wiha dewam kir: "Divê hemû hûrgiliyên vê cinayeta erjeng derkevin holê û sûcdar werin cezakirin."
Mogherini destnîşan kir, destpêkirina pêvajoya hiqûqî gaveke girîng e û YE bi hemû mercên xwe va li dijî cezakirina îdamê ye.
Mogherini wiha got, "Em ê encama lêpirsîna li ser cinayeta Kaşikçi bi şirîkên navneteweyî ra ji nêz va bişopînin."
Mogherini diyar kir, ji bo ku bûyereke wek vê dubare nebe divê Erebistana Siûdî hemû tevdîran hilde û destnîşan kir ku welatên endamê YEyê wê li gor encama lêpirsînê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da seba sûcdaran helwesta hevpar kifş bikin.