Önder Beyter
14 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2020
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di lêpirsîna dijî "endamên mehrem yên di nav edaletê da" yên Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da der barê 20 kesan da biryara binçavkirinê derxist.
Di daxuyaniya Serdozgeriyê da hat destnîşankirin ku di çarçoveya lêpirsîna "endamên mehrem yên di nav edaletê da" yên FETO/PDYyê da ji bo 20 kesên ku hat tesbîtkirin digel îmamên veşartî yên rêxistinê di têkiliyê da bûn, biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di operasyona bi kordînasyona Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê li 5 parêzgehan hat kirin da 19 berşik hatin desteserkirin, xebatên desteserkirina berşikê mayîn jî dewam dikin.