TBMM
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu diyar kir ku Newroz di nav çanda tirk, kurd, Mezopotamya û Asyaya Navîn de çandeke qedîm e û wiha dewam kir: "Em, neviyên wan egîdên ku di Şerê Çanakkaleyê de milên xwe dan hev, wekî wan em ê jî milên xwe bidin hev û Newroza cejna hevpar a xelkên tirk, kurd, Mezopotamya û Anadolûyê de bi hev du re pîroz bikin."
Davutoglu di Civîna Koma Meclisê ya partiya xwe de axivî û li ser salvegera şerê Çanakkaleyê sekinî û wiha got: "Sibê, 18ê Adarê, di sala 100emîn de em hemû cangoriyên xwe bi rehmet bibîrtînin. Emaneta wan, mîrateya herî mezin a li ser milê me ye û berpirsyariya herî mezin e. Sed sal beriya vê miletekê terkî tarîxê kirin. Navenda wê miletê Dersaadet, Stenbol ji hêla rûxaran ve hatibû dagirkirin û kesên bi wê bendewariyê bûn hebûn lê miletekê li Çanakkaleyê, Gelîboluyê destanek ava kir. Di avakirina destanê de ne bi tenê ji bajarên welatê me, ji cihên pîroz ên ku li derveyê sînorê me mane; ji Bexda, Şam, Kerkûk, Misûl, Filistîn, Rûmelî, Uskup, Saraybosna, Kosova, Kafkas gelek deverên din qefle bi qefle milet berê xwe dan Çanakkaleyê. Bi rastî ne ji bo parastina rûmate vê miletê ji bo parastina rûmeta mirovahiyê milên xwe dan hev û meşiyan."
"Em ê milên xwe bidin hev û Newrozê pîroz bikin"
Serokwezîr destnîşan kir ku Newroz di nav çanda miletê tirk, kurd, Mezopotamya û Asyaya Navîn de çandeke qedîm e û wiha dewam kir: "Ev pîrozbahiyeke ku Rebbê me şev û rojê kiriye yek e, ev mizgîniya biharê ye û sirûşt bi lutfa Rebbê me ji nû ve şa dibe."
Davutoglu ragihand ku niha wê du hêl derkevin holê û ji wan yek wê bibêje ev cejna Mezopotamyayê ye û ya din jî wê bibêje ev cejna Asyaya Navîne û wiha pê de çû: "Em, neviyên wan egîdên ku di Şerê Çanakkaleyê de milên xwe dan hev, wekî wan em ê jî milên xwe bidin hev û Newroza cejna hevpar a xelkên tirk, kurd, Mezopotamya û Anadolûyê ye bi hev du re pîroz bikin."