İbrahim Atmaca
29 Nîsan 2018•Rojanekirin: 30 Nîsan 2018
WASHINGTON
Duh ji Qesra Spî daxuyaniya nivîskî hat dayîn û hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi têlefonê ji Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-in û Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe ra axivî.
Hat gotin ku di axaftina Trump û Moon da herdu serok li ser hevdîtina ku Moon di 27ê nîsanê da bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ra kir, sekinîn. Her wiha herdu serokan destnîşan kir, ji ber ku Polîtîkaya zextê ya ku bi pêşengiya Amerîkayê li ser Koreya Bakur hat sepandin, loma rêvebiriya Pyongyangê gav avêt.
Her wiha di axaftinê da bal hat kişandin ku li Nîvegrava Koreyê pêvajoya ku wê ji nukleerê safî bibe û cardin venegere nukleerê, wê ji herêmê ra refah û aştiyê bîne.
Di axaftina ku Trump bi Serokwezîrê Japonyayê Abe ra kir da jî Trump destnîşan kiriye ku divê Koreya Bakur hemû bernameyên xwe yên nukleer û fuzeya balîstîk bi dawî bike.
Ji aliyekî din va Serokê Amerîkayê Trump wê di nav çend hefteyan da bi serokê Koreya Bakur Kîm ra were bal hev.