Önder Beyter,Abdullah Tel
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 17 Mijdar 2017
TBMM
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê lihevkirina DEAŞ û PYD/YPGya rêxistinên terorî da got: "Di serî da Emrîka hin welatên di nav koalîsyonê da ev yek înkar nekirin. Ji ber vê dema bi kêrî wan tê bi rêxistinên terorî ra hevkariyan dikin û dema li hesabê wan neyê jî bi rêxistinên terorî ra şer dikin û wisa nîşan didin. Em ê qala talûkeya lihevkirinên bi rêxistinên terorî ra tên kirin bikin."
Çavuşoglu di pêşkêşiya budçeya Wezaretê da diyar kir ku Wezareta Karên Derva polîtîkayeke muteşebisî û mirovahî birêva dibe.
Wezîrê Karên Derva got ku ew di xebatên xwe da pêşengiyê didin xebatên ji bo yekîtiyên herêmî, li Sûriyeyê pêkhatina aştiyê, welatiyên li derveyê welêt, yekîtiyên qada aboriyê, hevkariya bi saziyên navneteweyî û piştî hewla derbeya 15ê Tîrmehê li derveyê welêt têkoşîna bi FETOyê re.
Çavuşoglu wiha xeber da: "DYA vê xeletiya xwe jî didomîne. Dibêjin sedema vê tercihê taktîkî ye, lê me ji wan ra got ku em vê îdiayê qebûl nakin. Em dibînin xeletiyên ku li Iraqê hatin kirin, li Sûriyeyê tên dubarekirin. Îstiqrar û siberoja herdu welatan bo me girîng e. Ji ber vê qasê em li her platformekê destnîşan dikin ku di vir da ne bi rêxistinên terorî ra, lêbelê bi gelê Sûriyeyê yê rasteqîn bi xwe ra divê hevkarî bê kirin û divê çareseriya siyasî bibe armanc."
Heta niha dihat gotin ku YPG bi DEAŞê ra şer dike, lêbelê me dît ku YPG di rastiyê da şerê dijî DEAŞê nake, hewldana YPGê bidestxistina van deveran û avakirina kampeke terorê ye. Li vê herêmê jî ligel DEAŞê hevkariyeke nêzîk kirin. Ev derket meydanê. DYA di serî da hin welatên di nava hevpeymanê da jî ev yek înkar nekirin. Nexwe dema hewce bike, rêxistinên terorî hevkariyê dikin, lê dema ku bi kêrî wan neyê jî şerê hevdu dikin an jî wer xuya dikin. Emê berdewam bin û bêjin ku ka hevkariya ligel rêxistinên terorî çiqas birîsk e."