Nihat Kavşut
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
DIYARBAKIR
Li 12 gundên Farqîna navçeya Diyarbekirê ji ber operasyonên dijî PKKa rêxistina terorî qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê hat diyarkirin li Farqînê wê li 12 gundan dijî endamên PKKê operasyon bên kirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ji bona parastina mal û canê welatiyan ji saet 06.00an pê va li gundên Kazandagi, Demirkuyu, Ozluce, Esenyol, Dariseven, Usluca, Bogazonu, Toklar, Kalemlî, Tarakli, Çatak û Çîgdemliyê heta fermaneke din qedexeya derketina derva hat îlankirin.