13 Gulan 2017•Rojanekirin: 13 Gulan 2017
LONDON
Serokwezîr Bînalî Yildirim anî ziman ku niyeteke Tirkiyeyê weke ragihandina cengê li dijî DYAyê tune ye lê wê di micadeleya li dijî rêxistina terorê de berdewam be.
Yildirimê ku bi mebesta beşdarbûna Konferansa Somaliyê li Londona paytextê Îngiliztanê ye, ji BBCya saziya weşanê ya kamuya îngilîzî re axivî.
Di bersiva pirsa "Gelo hûnê li hember DYAya ku biryara pirçekkirina YPGê daye, gaveke berceste bavêjin?" Yildirim got, "Emê li dijî DYAyê cengê ranegihînin. Rewş ev nîn e. Lê navê wê her çi be, divê PKK be, divê PYD yan YPG be emê di micadeleya li dijî rêxistina terorê de berdewam bin."
Herwiha Yildirim pirsa "Tevî ku YPG ji aliyê DYAyê ve were pirçekkirin, hûnê dîsa jî wana li Sûriyeyê bordûman bikin?" wiha bersivand: "Bi teqez belê. Heger tehdîdek hebe, bi teqez emê wisa bikin."
Di bersiva pirsa, "Gelo Serkomar Recep Tayyip Erdogan di serdana xwe ya Amerîkayê de wê peyameke çawa arastey Serokê DYAyê Donald Trump bike" de Yildirim wiha axivî, "Mesaj eşkere ye. 'Di serî de em hevpeymanê NATOyê, hevkarê wê yê stratêjîk in. Hun tenê dikarin digel Tirkiyeyê li herêmê li dijî rêxistinên terorê micadele bikin, ne bi rêxistineke din a terorê re'. Ev peyama yekemîn e. Ya duyem ev e, 'Em bi şiklekî ciddî bi hewldana derbeyê ya FETOya rêxistina terorê re rûbirû man û serkirdeyê vê rêxistinê li DYAyê dijî. Madem em du welatên hevkar û dost in, pêdivê bi temambûna pêvajoya hiqûqî re hûn wî dersînr bikin'."