04 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2018
GAZÎANTEP
Serokê Meclisa Tirkmenên Sûriyeyê Mihemed Wecîh Cuma diyar kir ku YPG/PKKya rêxistina terorê wê ji 4ê tîrmehê pê va ji Minbicê vekişe û wiha pê da çû: "Wekî şêniyên Minbicê tevlî Artêşa Tirkiyeyê emê jî bikevin wir. Êdî li herêmê wê teror tunebe, zilm biqede û hizûr çêbe. Em li benda wê demê ne."
Cumayê ku bi xwe jî li Minbicê hatiye dinyayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ragihand ku ev lihevkirina li ser Minbicê ji bo şêniyên Minbicê û Tirkmenên Sûriyeyê kêfxweşiyeke mezin e.
Di axaftina xwe da Cuma destnîşan kir ku ev yek di qada dîplomasiyê da jî serfiraziyek e û wiha pê da çû: "Li pişt vê planê biryardariya siyasî ya Tirkiyeyê heye. Amerîkayî li ser sozê xwe yê ku di heyama Obama da dabûn nesekinîn. Wekî şêniyên Minbicê tevlî Artêşa Tirkiyeyê emê jî bikevin wir. Êdî li herêmê wê teror tunebe, zilm biqede û hizûr çêbe. Em li benda wê demê ne. Di lihevkirina Minbicê da xala herî girîng ew e ku li gor qewlekî hatiye kirin. Îro ji bo me rojeke dîrokî ye. Ji niha pê va li wê herêmê bi tenê wê şêniyên Minbicê hebin û wê Minbicî wê derê birêva bibin. Ji niha pê va wê mal û milkên tu kesî neyê xespkirin û zilm li tu kesî neyê kirin."
Cuma got ku li Minbicê êdî pêvajoyeke nû dest pê kir û Tirkiyeyê ji bo hizûr û îstiqrara herêmê di qada navneteweyî da gelek hewl da.