Muhammet Kurşun
04 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, der barê operasyona li Qendîlê berdewam dike de got: "PKKê gelek deverên Kurdistanê dagir kiriye û ji van deran êrişî ser Tirkiyê dike. Ev yek nayê qebûlkirin. Sebebê ku Tirkiye operasyonan dike ser Herêma Kurdistanê û sivîl jê zirarê dibînin jî hebûna PKKê ya li van deran e."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xist û cewaba pirsên rojnamevanan ên li ser rojevê da.
Li ser pirseke der heqê operasyona Qendîlê de Nêçîrvan Barzanî wiha nirxandin kir:
"Divê ez pêşiyê bibêjim ku em gelekî nîgeran in ji vê rewşê. Lewra welatiyên me zirarê dibînin û dibine hedef. Lê divê em vê pirsiyarê bikin, gelo ji bo çi ev operasyon li Herêma Kurdistanê çêdibe? PKKê gelek deverên Kurdistanê dagir kiriye da ku ji wan deran êrişê bibe ser Tirkiyê. Em li dijî wê yekê ne ku axa Herêma Kurdistanê ji bo êrişên ser welatê cîran were bikaranîn."
Ji bo hewl û xebatên sekinandina van operasyonan jî Serokwezîrê Herêmê wiha agahî da:
"Me gelek caran daxwaz ji hêzên li dijî Îranê şer dikin jî û ji PKKê jî kiriye ku axa Kurdistanê ji bo êrişan bikar neyinin. Me ji PKKê re gotiye vê yekê nekin, hûn me dikine hedef. Me ji hêzên li dijî Îranê şer dikin re jî gotiye. Lê ev daxwazên me bicih nehatine. Ji wê yekê jî sebebê van operasyonan PKK ye."
"Em amade ne vegerin Kerkûkê"
Li ser vegera Pêşmerge bo Kerkûkê jî wiha agahî da:
"Ji bo temînkirina emniyet û îstiqrara Kerkûkê em her demê amade ne ku digel hêzên Iraqê bixebitin. Lê heta niha di navbera Hewlêr û Bexdayê de tu hevdîtin li ser vê mijarê nehatiye kirin. Em ji vê rewşê nîgeran in. Eger daxwaz ji Bexdayê were em amade ne vegerin Kerkûkê. Feqet tiştekî wisa ji Bexdayê nehatiye."
Ji bo şandina petrola Kerkûkê jî li ser pirsekê Nêçîrvan Barzanî wiha cewab da:
"Eger Bexda qebûl bike em hazir in petrola Kerkûkê di boriya neftê ya Kurdistanê re bişînin. Lê Bexda heta niha amade nebûye. Eger Bexdayê qebûl kiriba, dê heta niha teqrîben 3 milyar û 500 milyon dolar qezenc çêbûba. Me gotiye em hazir in neftê bişînin Lîmana Ceyhanê û li wir teslîmî SOMOyê bikin, lê Bexdayê cewab nedaye."
Herwiha diyar kir ku ji bo vekirina rêya Duhok-Mûsil û Hewlêr-Kerkûkê jî Bexda tu gavan navêje û loma jî ev rewş xitimî maye.
Der heqê taloqkirina hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê de jî ragihand ku tu partiyê daxwaz nekiriye hilbijartin were texîrkirin.