Muhammet Kurşun
02 Nîsan 2017•Rojanekirin: 02 Nîsan 2017
HEWLÊR
Serokê Encumena Wîlayeta Kerkûkê Rêbiwar Talebanî, rexne li biryara Meclisa Iraqê girt û got: "Em xwe dispêrin madeyên 140 û 115emîn ên destûrê. Madeya 115emîn dibêje hikûmeta merkezî nikare ji bo wîlayetan biryaran derxîne, encumenên mehellî selahiyeta wan heye ku biryara xwe bistînin. Li gor madeya 14emîn jî Kerkûk cihekî binîqaş e di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de. Loma selahiyeta herdu aliyan heye ku alaya xwe daleqînin."
Talebanî li ser biryara Meclisa Iraqê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku meclis bêyî tewafiqê û lihevkirinê civiyaye û biryara wê li dijî tewafiqa siyasî ye.
Serokê Encumena Kerkûkê rexne li Serokê Meclisa Iraqê Selîm el Cibûrî girt û sipasiya grûbên partiyên Kurdistanê kir.
Talebanî ragihand ku, "Em vê biryara Meclisa Iraqê bicih nakin. Lewra her biryara meclisê ne mecbûrî bicihkirinê ye. Mehkemeya Îttihadî bi xwe ev hukim daye. Loma jî ev biryar li Kerkûkê nayê bicihkirin."
Di behsa destûrîbûn û hiqûqîbûna bilindkirina Alaya Kurdistanê de jî Talebanî got:
"Em xwe dispêrin madeyên 140 û 115emîn ên destûrê. Madeya 115emîn dibêje hikûmeta merkezî nikare ji bo wîlayetan biryaran derxîne, encumenên mehellî selahiyeta wan heye ku biryara xwe bistînin. Li gor madeya 14emîn jî Kerkûk cihekî binîqaş e di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de. Loma selahiyeta herdu aliyan heye ku alaya xwe daleqînin."
Talebanî got parlamenterên ku biryara daxistina Alaya Kurdistanê dane bi xwe di bin wê alayê de stirîne û wiha dewam kir:
"Careke din mehal e ku Alaya Kurdistanê li Kerkûkê were daxistin. Ereb, tirkmen, sunnî û xelkên din 2 milyon kes li bin vê alayê tên parastin. Ev peyamek e bu hemû dilsozan. Em ji bo ereb, tirkmen, kildanî, asûrî û suryaniyan jî cihê şanaziyê ye.