Muhammet Kurşun
01 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
ANKARA (AA) - Serokwezîr Bînalî Yildirim li ser reng û dengên Tirkiyê got: "Bi tirkbûn, kurdbûn, caferî, elewî û sunnîbûna xwe serbilind be birayê min. Ew belgeya te ya rûmetê ye. Lê divê em bi alaya xwe jî îftixar bikin. Tirkiye dewleta me ye. Ev nirxê me yê hevpar e. Çareserî tunebûna PKKyê ye. Hemû rêxistinên terorî divê derkevin herin. Hemû welatiyên me wek hev in."
Yildirim, li bernameya taybet ya CNN Turk û Kanal Dyê der barê referandûm û rojeva welat nirxandin kirin.
Li ser dengên kurdan Yildirim behsa wê yekê kir ku; "Me zilma PKKyê ya li ser xelkê rakir. Xelk rehet bû. Em berê jî diçûn Wan, Diyarbekir, Bidlîs, Mûş, Hekarî û Şirnexê. Dema em didîtin diketin malê deriyên xwe digirtin. Lê niha natirsin. Çareserî derxistina rêxistina terorî ji navbera kurdan û dewletê ye."
Serokwezîr Yildirim der barê nasnameyan û diyarkirina wan de jî wiha got:
"Bi tirkbûn, kurdbûn, caferî, elewî û sunnîbûna xwe serbilind be birayê min. Ew belgeya te ya rûmetê ye. Lê divê em bi alaya xwe jî îftixar bikin. Tirkiye dewleta me ye. Ev nirxê me yê hevpar e. Çareserî tunebûna PKKyê ye. Hemû rêxistinên terorî divê derkevin herin. Hemû welatiyên me wek hev in."