14 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
BAKU
Azerbaycanê wesayitên eskerî yên bizirx ku mayinan derbas nakin çêkirin, ev wasite dê ji bo welatên ku şerê rêxistinên wek DEAŞê dikin pir balkêş be.
Li gor daxuyaniya Wezareta Bergiriya Azerbaycanê, wesayita ku navê wê "Tûfan" e ji aliyê muhendisên Azerbaycanî ve hatiye sêwirandin.
Tûfan, di standardê parastina balîstîk STANAG-4569 de ye, 7,3 metro dirêj e, giraniya wê 12,3 ton e, dikare 3 ton bar bar û 10 eskeran bar bike.
Tûfan di seetekê de herî zêde 85 kîlometreyan lezê dike, çalên 65 santîmetroyî û avên bi kûrahiya 1,2 metro bi rehetî derbas dike.
Tûfan gewdeya wê ji polayê taybet ê homojen hatiye çêkirin û li ber mayin û teqîban xwe digire.
Eger hewce bike tivinga otomatîk, moşeka dijetank û top monte dibin.