Önder Beyter
15 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
CAKARTA
Li Endonezyaya ku di dinyayê da welatê herî qelebalix ê misilmanan e, haziriyên dawîn ên meha remezanê kuta bûn.
Mihemed Wahyonoyê meleyê Mizgefta Îstiqlalê ku li wî welatî û li Asyaya Başûrê Rojhilat mizgefta herî mezin e, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ji ber qelebalixiya meha remezanê ji bo ku pirsgirêka avê dernekeve, wan tevdîrên xwe yên pêwîst wergirtin û herwiha amadekariyên xwe yên bernameyên fitarê jî kuta kirin.
Wahyono destnîşan kir ku ji bo meha remezanê ji destpêkê heta roja dawiyê bernameyên wekî sohbet, tilawetên Qur'anê, îtikaf û xwendina bihevra a Qur'anê hatine kifşkirin. Wahyono herwisa diyar kir ku ew ê her êvar li hewşa mizgeftê xwarina fitara komî bidin 4 hezar kesî.
Wahyono bal kişand ku meha remezanê Mizgefta Îstiqlalê wê 24 saetan vekirî be da ku welatî îbadetên xwe bikin.
Misilmanên Endonezyayê li gorî rêbaza çavdêriyê wê roja pêncşemê dest bi rojiyê bikin.
Endonezya bi 260 milyon nifûsê xwe va di dinyayê da welatê 4emîn ê herî qelebalix e. Herwiha di dinyayê da herî zêde misilman li Endonezyayê ne. Ji sedî 87ê nifûsê welat Misilman, ji sedî 10 jê Îsewî, ji sedî 1,7 jê Hindû û ji sedî 1,3 ê jî peyrewên baweriyên din in.