Nihat Kavşut
21 Sibat 2018•Rojanekirin: 22 Sibat 2018
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Êdî eniyên Mehmetçikên qehreman yên li derdora Efrînê digihêjin hev. Di demeke kurt da li tevahiya qada Efrînê wê terorîst cezayê ku heq dikin bibînin."
Serokwezîr Bînalî Yildirim di Civîna Nasandina Plana Pêşketinê ya 11emîn da ku li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê hat kirin axivî.
Yildirim di xeberdana xwe da diyar kir dafikên ji bona Tirkiyeyê meşgûl bikin tên danî û dixwazin hêz û bala Tirkiyeyê bikşînin dereke din yeko yeko xera dikin û wiha got: "Bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê em talûkeya dijî sÎnorên xwe yên başûr berteref dikin. Operasyon wekî hatiye plankirin dewam dike.Êdî eniyên Mehmetçikên qehreman yên li derdora Efrînê digihêjin hev. Di demeke kurt da li tevahiya qada Efrînê wê terorîst cezayê ku heq dikin bibînin. Bi sed hezaran kesên li wir dijî û di bin zilmê da wê xilas bibin. Têkoşîna dijî rêxistinên terorê û şaxên wan heta belaya terorê li nav welêt û derveyî ji kokê biqede wê dewam bike."