12 Îlon 2017•Rojanekirin: 12 Îlon 2017
KERKÛK
Eniya Tirkmenan a Iraqê (ETI) civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li Kerkûkê bi komên dînî û nijadên cuda ra hat bal hevdu boykot kir.
Hesen Turanê Parlamenterê Kerkûkê û Alîkarê Serokê Eniya Tirkmenan a Iraqê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Endamên tirkmen ên Meclisa Bajêr a Kerkûkê civîna ku bi serokariya Barzanî çêbû boykot kirin û beşdarî civînê nebûn."
Turan got ew beşdarî civînê nebûn û bi vê tevgera xwe va wan bi awayekî eşkere li hember Barzanî tevgera xwe nîşan daye û wiha dewam kir: "Me bi awayekî eşkere tevgera xwe nîşan da ku em naxwazin li Kerkûkê û herêmên din ên ku rewşa wan bi nîqaş e referandum bê kirin.
Turan anî zîmên ku li Kerkûkê pêwîstiya wan bi îstiqrarê heye.
Serokê HKIyê Mesûd Barzanî di civîna 7ê hezîranê ya ku bi partiyên siyasî re kiribû de îlan kiribû wê di 25ê îlona 2017an de referanduma serxwebûnê bê kirin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî piştî îlana Barzanî daxuyandibû ku ev li dijî makezagona Iraqê ye û ewê encama referandumê qebûl nekin.
Meclisa Iraqê îro eşkere kir ku ewê encama referandumê qebûl nekin.