Elif Orhan
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 12 Îlon 2017
DIYALA
Meclisa Wilayetê ya Diyalayê beşdarbûna referandûma Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ya ku biryar e di 25ê îlonê de bê kirin red kir.
Elî Dayîniyê Serokê Meclisa Wilayeta Diyalayê di civîna çapemeniyê de got ku "Meclisa Diyalayê di rûniştina ji bo ku li ser referandumê bisekine kir de bi piraniya dengan red kir ku ev li nav sînorên îdarî yên bajêr neyê kirin."
Dayînî her wiha got divê vegerîna kesên ji ber êrîşên DEAŞa rêxistina terorê ya ser malên wan bilezînin û ji bilî hêzên ewlehiyê qebûl nakin ku tu hêzên din bînin bajêr.
Welatiyên tirkmen û ereb ên ku li Mendeliya girêdayî Diyalayê û lê kurd, tirkmen û ereb dijîn xwepêşandan kiribûn hefteya borî alaya HKIyê ya li avahiya şaredariyê daxistibûn û şûna wê alaya Iraqê daliqandibûn.
- Meclisê referandûm red kir
Parlementoya Iraqê di dengdayîna îro de "referandûma serxwebûnê" ya ku dê HKI di 25ê îlonê de bike red kir.
Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê piştî civîna bi partiyên siyasî re ya di 7ê hezîranê de îlan kiribû ku dê referandûma serxwebûnê ya ku ev demek dirêj e tê nîqaşkirin dê di 25ê îlonê de bê kirin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî di daxuyaniya xwe ya piştî îlana referandûmê de diyar kiribû ku ev dijî destûra bingehîn e û dê encamê nas nekin.