Muhammet Kurşun
29 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
ANKARA
Encumena Siyasî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bangewaziya alîgirên xwe yên li Almanyayê kir ku bila li dijî PKKyê xwepêşandanê bikin.
Nûneriya ENKSyê ya Ewropayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku di 1ê Nîsanê roja şemiyê da wê li wîlayeta Baveryaya Almanyayê kom bibin û li dijî polîtikaya çewsîner a çeteyên PKKyê derkevin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku zextên li ser ENKSê yên wek daxistina nivîsîngehên wan, revandina rêvebir û endamên wan, şewitandina baregahên wan û rêgirtina li xebatên siyasî her ku diçe tundtir dibin loma divê xelkê kurd vê yekê qebûl neke û li dijî çeteyên PKKyê rabe.
Herwiha daxwaz ji Almanyayê hat kirin ku guh bide telebên rewa yên xelkê kurd û rê li ber vegera Pêşmerge xweş bike.