29 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
ANKARA
Serokatiya Herêma Kurdistanê der barê bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê de ragihand ku, "Hilkirina Alaya Kurdistanê li bajarê Kerkûkê karekî yasayî û asayî ye û ne mijareke nû ye."
Serokatiya Herêmê li ser nîqaşên bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê û geşedanên piştî wê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku, "Hilkirina Alaya Kurdistanê li bajarê Kerkûkê karekî yasayî û asayî ye û ne mijareke nû ye. Çawa ku hilkirina Alaya Iraqê li Kerkûkê babeteke yasayî û asayî ve ya Kurdistanê jî wisa ye."
Di ragihandinê de bal hat kişandin ser piştî rewşa rûxîna rejima Beesê û wiha hat destnîşankirin:
"Piştî rûxîna rejima Beesê di sala 2003an de û bi taybetî jî piştî hatina DEAŞê Alaya Kurdistanê her li Kerkûkê hebû. Herwiha vê alayê Kerkûk ji tehdîd û êrişên terorîstan parastiye."
Ji aliyekî din ve rexne li daxuyaniyên neyênî yên li ser vê mijarê hatin girtin û wiha hat dewamkirin:
"Hewce nake ev mijar pir were mezinkirin. Nabe ku ev babet bibe madeya berberî û jihevcudabûna pêkhate û aliyan. Tu aliyê siyasî jî nabe ku vê meseleyê ji bo merama xwe ya siyasî bi kar bîne. Çawa ku Pêşmerge û Alaya Kurdistanê Kerkûk parastibe, divê çanda bihevrejiyanê, birayetiyê û tebayiyê jî were parastin. Divê têkiliya pêkhateyên Kerkûkê kûrtir bibe û were parastin."