Muhammet Kurşun
19 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
ANKARA
Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ragihand ku dê îro li Almanyayê xwepêşandanê ji bo şermezarkirina çeteyên PKK/PYDyê li dar bixin.
Nûneriya ENKSyê bangewaziya xelkê kurd ên li Ewropayê kir ku li dijî polîtîkaya xerab a çeteyên PKKyê û milîsên wê li dijî xelkê kurd derkevin.
ENKSyê ji raya giştî ya kurd xwest ku piştgiriya wan bikin û li hemberî zilma PYDyê ya li ser kurdan bêdeng nemînin.
Rêvebirê PDK-Syê Rêzan Şêxmûs jî diyar kir dê li bajarê Almanyayê Dortmûndê kom bibin û nerazîbûna xwe ya li hemberî çeteyan nîşan bidin.
Rêzan Şêxmûs li ser zextên PKKyê wiha agahî dan:
"PKKyê jiyana siyasî û civakî li Rojava têk daye. Em dixwazin bi vê xwepêşandanê daxwazên xwe bigihînin hikûmeta Almanya û raya giştî ya navneteweyî. Em dixwazin zextê li ser PYDyê çêkin û nehêlin zilmê li xelkê me bike. Herwiha bangewaziya me ew e ku di zûtirîn demê de Pêşmergeyê Rojava vegere."