Ahmet Aydın
09 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
ASTANA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan serdana Mizgefta Sultan Hezret û fûara Astana EXPO 2017ê kir.

Piştî serdanên fermî yên li Qesra Serokomariyê ya Akordayê, serdana Mizgefta Sultan Hezret kir û deftera taybet îmza kir. Li wêderê cube li Erdogan hat kirin.
Piştî serdan mizgeftê, Serokomar Erdogan derbasî fûara Astana EXPO 2017ê bû û li qada pêşangeha qazax û tirkî geriya û ji rayedaran agahî sitend.
Erdogan li wêderê wêneyê xatire bi welatiyan re girtin û temaşayî govondeên taybet bi herêma Behrareş kir.
Serokomar piştre derbasî qada pêşangehê ya qazax bû û li wêderê jî li sitrana "Dombra" ya ku ji aliyê qezaxan ve hat sitrandin guhdarî kir û pê re pê re li çepikan xist.
Di dema serdana Erdogan de, Emîne Erdogana xanima wî, Alîkarê Serokwezîr Hakan Çavuşoglu, Wezîra Malbat û Polîtikayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya, Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî û Berpirsê Têkiliyên Derve yê AK Partiyê Mehdî Eker jî digel wî bûn.