Abdullah Tel
14 Gulan 2018•Rojanekirin: 14 Gulan 2018
ASTANA
Li Astanaya paytextê Qazaxistanê di Civîna 9emîn a ku mijar Sûriye ye da di navbera aliyan da hevdîtinên teknîkî yên dualî dest pê kirin.
Di civîna ji Amerîkayê tu heyetekê cih negirt da wê li ser rewşa dawîn a Herêma Kêmkirina Şer, xebatên komîteya makezagonê ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî da û serbesthiştina dîlan bê sekinandin.
Civîn li gor saeta Tirkiyeyê di saet 08.00an da li Otêla Rixos Presidentê bi hevdîtina di navbera heyetên Îran û Rûsyayê dest pê kir.
Alexander Lavrentievê ku Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Serokê Rûsayê Vladimir Putin e serokê heyeta Rûsyayê ye û li ser serê heyeta Îranê jî Hiseyîn Cabîrî Ensariyê ku Alîkarê Wezîrê Karên Derveyê Îranê ye cih digire.
Serokatiya heyeta Tirkiyeyê jî Alîkarê Misteşar ê Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê Sedat Onal dike.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên beşdarî civînê bûn hat hildan di civîna ku Amerîka tevlî nebû da li ser mijarên wek Herêma Kêmkirina Şer, xebatên komîteya makezagonê ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî da û serbesthiştina dîlan wê bê sekinandin.
Tê payîn ku Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura piştî nîvroyê û Urdun jî wek çavdêr beşdarî hevdîtinan bibe.
Civîna sereke ya ku wê nûnerên muxalifên eskerî û rejima Beşşar jî tê da cih bigirin, sibê ye.
Civîna ewil a Astanayê di rêbendana sala 2017an da û ya 8emîn jî di 21-22yê kanûnê da çûbû serî û di civînê da ji bo serbesthiştina dîlan, komeke xebatê hatibû avakirin.
Amerîka wek çavdêr di 7 civînên ewil da bi heyeta serok David Satterfieldê ku Wekîlê Misteşarê Berpirsê Têkiliyên Rojhilata Nêz a Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê bû va cih girtibû lê di civîna 8emîn da asta nûnerê xwe daxist û ji wezaretê pisporekî şand hevdîtinan.