Fatih Gazioğlu
03 Mijdar 2017•Rojanekirin: 03 Mijdar 2017
ASTANA
Qazaxistanê ev demek e biryar dabû ku ji alfabeya kîrîlê derbasî alfabeya latînî bibe.
Li Qazaxistanê di vê çarçoveyê de rojnameyek bi latînî hat çapkirin.
Li gor nûçeya ajansa Kazînformê, Arkalik Habariya rojnameya ku li eyaleta Kostanayê weşanê dike, rûpela rojnameyê ya ewil bi latînî çap kir.
Edîtorê rojnameyê yê sereke Kayrat Esmagambetov daxuyaniyek da û wiha axivî:
"Serokomarê Qazaxistanê Nursultan Nazarbayev der barê alfabeya latînî de hefteya çûyî bernameyek îmze kiribû. Me jî di vê çarçoveyê de xwest ku rûpela xwe ya ewil bi latînî çap bikin. Em dixwazin ka xwendekarên me wê çi bêjin û me jî bi rastî mereq kir. Di warê teknîkî de tu pirsgirêk derneketin. Çimkî li ser înternetê bi saya berbameya konverteran em dikarin bilez metnan wergerînin alfabeya latînî."
Li Qazaxistanê ji sala 2018an pe va hemû pirtûkên dersan wê li gor alfabeya nû bên çapkirin. Li gor planê heta sala 2025an jî wê hemû pirtûk, weşan û belgeyên fermî jî wê li gor alfabeya latînî bên çapkirin.
Di alfabeya qazaxan ya nû de 32 tîp hene.