28 Adar 2016•Rojanekirin: 29 Adar 2016
BAKU
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastina Azerbeycanê, duhê li herêma Qazahê hêzên ermenî xwestin ji sînor biborin û li ser vê pevçûn derket. Di pevçûnê da ji artêşa Azerbeycanê Tegmen Galîb Zulfugarli û leşker Gafaralî Haciyev bi guleyên leşkerên ermenî şehîd bûn. Di pevçûnê da çend leşkerên ermenî jî mirin. Li ser vê leşkerên ermenî vekişiyan.
Peywirdarên wezaretê serxweşî dan malbat û xizmên leşkerên şehîd. Wezîrê Parastinê Zakir Hasanov jî biryar stand ku madalyona asta sêyemîn ya "xizmeta bilind a leşkerî" bidin herdu şehîdan.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku rewşa li eniyê di bin kontrola leşkerên Azerbeycanê da ye û herwisa bang li dezgehên navneteweyî hat kirin da ku provokasyonên Ermenistanê şermezar bikin.
Hejmara leşkerên artêşa Azerbeycanê yên ku îsal li eniyê şehîd ketin derket 7an.