Abdullah Tel
09 Adar 2018•Rojanekirin: 10 Adar 2018
XÛTAYA ROJHILAT/ANKARA
Rejima Beşşar Esed û piştgirên wî yên ku herêma Xûtaya Rojhilat dorpêç kirine û êrişên xwe li serê didomînin, herêm li ber çavan kirin du qet.
Li Sûriyeyê rejima Esed û piştgirên wê di 3ê Adarê da bi piştgiriya Rûsyayê ya ji hewayê va dest bi operasyona bejayî kirin û biryara agirbestê ya Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) binpê kirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê yê li herêmê ye da hêzên rejimê ji rojhilatê ber bi rojavayê va diçin û navbira bi qasî kîlometreyek a di navbera navçeya Harestayê û bajaroka Mîsrabayê da ye dan ber bombeyan û herêma Xûtaya Rojhilatê li pêş çavan kirin du qet.
Li Xûtaya Rojhilat şer û pevçûn didomin û komên muxalif li hemberî êrişên rejimê bi zor û zehmetî taktîka lêxe û bireve bi kar tînin.
Di 18 rojên dawîn da li Xûtaya Rojhilatê 881 sivîl hatin kuştin.