09 Adar 2018•Rojanekirin: 10 Adar 2018
EFRÎN
Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê ketin navenda Cindêresa beldeya Efrînê dîmenên şer û pevçûnên li kuçe û kolanan hatin kişandin.
Dîmenên şer û pevçûnên li kuçe û kolanên Cindêresê do bi kamerayên aksiyonê yên eskerên Artêşa Azad a Sûriyeyê hatin kişandin û AAyê ev dîmen bi dest xistin.
Di dîmenan da endamên Artêşa Azad a Sûriyeyê di nav kuçe û avahiyan da hewl didin ku ji terorîstan paqij bikin û termên wan hene.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê piştî şer û pevçûnên li kuçe û kolanan do navenda Cindêresa beldeya Efrînê hildabûn.
Li nav tax û kolanan xebatên lêgerînê dewam dikin.
Efrîn tevî navenda navçeyê û Raco, Bilbil, Şêx Hedîd, Cindêres, Şêran û Mabatliyê ji 6 navendên beldeyê pêk tê.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad li hember beldeya Malbatliyê hê operasyon nedane destpêkirin.
PYD/PKKê beriya operasyonê ji ber îhtimala destpêkirina operasyonê hemû hêz û xeta parastinê daye navenda Efrînê da ku sivîlan wek mertal biemilîne.
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê ji destpêka operasyonê heta niha li Efrînê 5 jê navendên beldeyê, 122 gund û 30 cî û warên stratejîk bi tevahî 157 herêm ji YPG/PKK-DEAŞê xilas kirine.