29 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
HATAY
Li gundekî ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji unsûrên PYD/PKKyê hat paqijkirin, eskerê Tirk jinika kêmendam a ku rêxistinên terorê ew li paş hiştibûn da ku bimire, xelas kir û anî Tirkiyeyê.
"Operasyona Çiqlê Zeytûnê" ya ku Artêşa Tirkiyeyê li hidûd û herêmê ji bo ewlekarî û îstiqrarê, li herêma Efrînê jî ji bo berterefkirina terorîstên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞî û herwisa ji bo ku xelkê herêmê yê dost û bira ji zilm û zordestiya rêxistinên terorê xelas bike, 20ê rêbendanê roja şemiyê di saet 17.00an da dabû destpêkirin, berdewam e.
Di operasyona ku bi beşdariya Artêşa Sûriyeya Azad tê lidarxistin da yekîneyên Artêşa Tirkiyeyê gundê El Hemam ê li rojavayê Efrînê, li hemberî Hatayê ji terorîstan paqij kir.
Eskerên ku bi şev li gund lêgerîn kirin, du hundirê xaniyekî da rastî jinikeke astengdar a ku ew di paş da hiştibûn da ku bimire hatin.
Bi ambûlansa zirxpoş a Wezareta Tenduristiyê va jinika Efrînî anîn navenda midaxaleya ewil a UMKEyê ya li ser sînor.
Jinika astengdar a gelekî betilî ya ku agahiyên nasnameya wê nehatin bîterkirin, ji aliyê ekîbên tenduristiyê va ji kontrola giştî ya tenduristiyê hat derbaskirin û paşê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikhanê hat veguhastin.
Qaymeqamê Kumluyê Adnan Karaosmanoglu li konê UMKEyê ji personelê tenduristiyê der heqê rewşa jinikê da agahî wergirt û herwiha dû ra daxuyanî da peyamnêrê AAyê.
Karaosmanoglu di daxuyaniya xwe da bal kişand ku di çarçoveya operasyonê da ne bi tenê di warê eskerî da herwiha di warê sivîl û sosyal da jî hesasiyeta pêwîst tê nîşandan û wiha pê da çû:
"Eskerê me li gundê Hemamê yê li ser sînorê Tirkiyeyê rastî jinika ku unsûrên PYDyê ew tenê hiştibûn da ku bimire, hatin. Lêbelê çawa ku di her serdemeke sîroka me da wisa ye, eskerê me bi baldarî tevgeriya û jinik bi ambûlansa zirxpoş anî Tirkiyeyê. Li ser talîmata waliyê me li vir midaxaleya ewil hat kirin û herwiha bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikhanê hat veguhastin."