Esat Fırat
13 Hezîran 2021•Rojanekirin: 14 Hezîran 2021
Li gundewarên rojhilatê Şerîeya Rojava ya dagirkirî, mal û gomên hin bedewiyên Filistînî bi hinceta "bêrûxset in" bi destê eskerên Îsraîlê hatin hilweşandin.
Rojnamegerê Filistînî yê aktîvîst Farîs Kaabne di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, eskerên Îsraîlê avêtin ser koma bedewiyan a li gundewarên bajarokê Tayîbeyê yê girêdayî Ramallahê.
Kaabne diyar kir, eskeran 6 mal û gomên li gund hilweşandin û lewma jî malbatên bedewî yên ku bi qasî 15 kesan in, bêstar man.
Li gorî çavkaniyên Filistînî, meqamên Îsraîlî bi tenê par li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava yên dagirkirî, zêdeyî 500 mal û kargehên Filistîniyan hilweşandin.
Li gorî "Peymana Osloyê ya Duyem" a di 1995an da di navbera Filistîn û Îsraîlê da hatibû îmzekirin, Şerîaya Rojava wekî herêmên A, B,C hatibû cudakirin.
Rêveberî û ewlekariya "herêma A"yê ya ku ji sedî 18an pêk tê, dabûn Filistînê, rêveberiya "herêma B"yê ya ku ji sedî 21ê pêk tê, dabûn Filistînê û ewlekariya wê jî dabûn Îsraîlê. Herwiha rêveberî û ewlekariya "herêma C"yê ya ku ji sedî 61ê pêk tê jî dabûn Îsraîlê.
Îsraîl xaniyên Filistîniyan bi hinceta "bêrûxset in" û li "herêma C"yê hatine çêkirin hildiweşîne.