Ahmet Aydın
18 Sibat 2020•Rojanekirin: 19 Sibat 2020
Komisyona Hilbijartinê ya Efxanistanê biryara xwe ya nîhaî ya derbarê hilbijartina beriya nuha bi 5 mehan eşkere kir.
Komisyona Hilbijartinê ragihand ku Serokomar Eşref Xenî dîsan bo heman postê hatiye hilbijartin.
Seroka Komisyona Serbixwe ya Efxanistanê Hewa Alem Nûristanî di civîna çapemeniyê de ya ku li Kabula paytex li dar xist, anî ziman ku xebatên derbarê encamên hilbijartinê de temam kirine.
Nûristanî eşkere kir Serokomar Eşref Xenî ji sedî 50,64ê dengan sitend û dîsan weke serokomar hat hilbijartin.
Serokomar Komisyona Serbixwe Nûristaniyê destnîşan kir ku Serokê Lijneya Îcrayê Abdullah Abdullah jî bi sitendina ji sedî 39,52ê dengan bû dûyem, herwiha Gulbeddîn Hîkmetyar jî bi sitendina ji sedî 3,85ê dengan bû sêyem.
Ji aliyekî din ve Abdullah Abdullahê namzêdê serokomariyê ragihand ku encamên hilbijartinê qebûl nakin û îtiraz li encama hilbijartinê kir.