Önder Beyter
18 Sibat 2020•Rojanekirin: 19 Sibat 2020
Li bajarokê Slepotice yê girêdayî bajarê Pardubice yê Çekyayê, ji ber grîba çîvikan (H5N8) îtlafkirina qedera 7 hezar eloq û 130 hezar mirîşkan dest pê kir.
Di nûçeya Radyoya Çekyayê da hat ragihandin ku li bajarokê Slepotice yê li rojhilatê welêt, pêr di çewlikekî da şewba grîba çîvikan hat tesbîtkirin û lewma jî pêvajoya îtlafkirina ajalên ku vîrus gihîştiye wan, dest pê kir.
Di nûçeyê da herwiha hat gotin, qedera 7 hezar eloq û 130 hezar mirîşkên ku vîrus gihîştiye wan, dê heta 21ê sibatê roja înê bi temamî bên îtlafkirin û herwisa çewlika navborî jî hildan karantînayê.
Herwiha di nûçeyê da hat balkişandin ku li welêt piştî 3 salan jinûva vîrusa grîba çîvikan hat tesbîtkirin ku lewma jî ev yek bû sedema tirs û fikaran.