07 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
BRUKSEL
Serokê Komisyona Yekitiya Ewropayê Jean-Claude Juncker piştî hevdîtina Serokwezîrê Fransayê Bernard Cazeneuve daxuyanî da û der barê YEyeke bêyî piştgiriya DYAyê ew ê ji îro şûnda çi bike da agahî da û hin tişt nirxand.
Junker bibîr xist ku serokên YEyê îniya borî li Maltayê civiyan û got: "Bi Turmp an jî bêyî Trump, dibê YE di rêya xwe da bimeşe. Hedefên me eşkere ne. Li gel bûyerên dawîn dibê Ewropa li parzemînê û dinyayê rola xwe bidomîne."
Trump gotibû ku Almanya YEyê wek amûrekî bikar tîne, Îngiltereyê bi veqetandinê va tiştekê baş kir, ji ber vê jî li Ewropayê dibe sedema fikaran. Serokê Konsêya YEyê Donald Tusk xêncî Îgiltereyê name ji hemû welatên endam ra şandibû û tê da gotibû ku Trump jî di nav xetereyên dijî YEyê da ye.
Serokên komên mezin en di Parlementoya Ewropayê da jî ji Junker û Serokê Konsêya Ewropayê Donald Tusk ra name şandin û xwestin ku bira akredîtasyonê nedin Trumpê ku li Ted Mallochê namzedê qasidiya YEyê miemeleyeke nebaş kiribû.