07 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
ANKARA
Rêvebirê Nahiyeya Sîdekana Hewlêra Herêma Kurdistanê Karwan Kerîmxan, ragihand ku ji ber PKK binke û baregehên xwe li gundên derdorê ava dike dibe sedemê xerabûna wan.
Kerîmxan di daxuyaniya xwe ya li ser malpera PDKê diyar kir ku ji ber mewcûdiyeta PKKê ji 250 gundî 100 jê li derdora Sîdekanê nayên avakirin û xerabe dimînin.
Kerîmxan got ji ber ku çekdarên PKKê lê diminînin navçeyên Lolan, Xakurk û Sîdekan ji aliyê balafirên cengî yên Tirkiyê ve hatine bomberdûmankirin.
Rêvebirê Sîdekanî wiha got: "Gundên me di rûyê PKKê de ava nabin. Zirar û ziyana bomberdûmanan jî nayê zanîn. Sedemê sereke yê wêranbûna van deran PKK ye."