Önder Beyter
25 Sibat 2020•Rojanekirin: 25 Sibat 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji hêla Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Erdoganê ku ji bo Civîna 8emîn a Konseya Hevkariya Stratejîk a Pilebilind a Tirkiye-Azerbeycanê hat Bakuyê, li Qesra Zaxulbayê ji hêla Aliyev bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Erdogan ligel Serokomarê Azerbeycanê Aliyev teseliya yekeya merasimê kir û dû ra silav da yekeyê.

Piştî lêdana sirûdên neteweyî yên herdu welatan, Erdogan û Aliyev heyetên xwe teqdîmî hevdu kirin û her wiha merasima bihurîna eskeran temaşe kirin û destê xwe dan hev û wisa poz dan rojnamegeran.
Di merasimê da Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez, Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharram Kasapoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Serokê MÎTê Hakan Fidan jî amade bûn.