Önder Beyter
23 Nîsan 2018•Rojanekirin: 24 Nîsan 2018
XEZE
Hat ragihandin, Filistîniyekî ku roja înê di xwepêşandanên "Meşa Vegera Mezin" a ku li ser sînorê Xeze-Îsraîlê dewam dike da bi guleya eskerên Îsraîlê birîndar bûbû, şehîd bû.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el-Qudra di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got, "Ebdullah Muhemmed Şîmalî (20) ku roja înê li ser sînorê rojhilatê bajarê Refahê ji zikê xwe birîndar bûbû, şehîd bû."
Bi şehîdbûna Şîmalî va, hejmara Filistîniyên ku di xwepêşandanên ku ji 30ê adarê vir va dewam dikin da şehîd bûn, derket 40î.
- Roja Axê çi ye?
Îsraîlê di 30ê Adara 1976 da li herêma Celîleyê ku dikeve bakurê welêt, dest da ser bi hezaran donim erdê Filîstîniyên welatiyê Îsraîlê. Gelê Filistînê li ser vê ji bo protestokina vê xesbê greva giştî kirin û xwepêşandan li dar xistin. Polêsê Îsraîlê gule berda Filistîniyên ku beşdarî xwepêşandanan bûn û 6 kes şehîd kirin, gelek kes birîndar kirin.
Ev roj wekî "Roja Axê" tê bibîranîn û wekî nîşaneya berxwedana Filistîniyan tê dîtin ku ku di mijara axê da bû sedema pevçûna Îsraîl û Filistînê.