Fatih Gazioğlu
03 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
RAMALLAH
Komelaya Dostanî ya Tirkiye û Filistînê li Şerîaya Rojavayê ji bo pîrozkirina serkeftina hilbijartinê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bernameyek li dar xist.
Bername li bajarê Ramallahê hat lidarxistin. Meslehetguzarê Konsolosxaneya Qudsê yê Tirkiyeyê Erman Topçu, Endamê Konseya Navenda Tevgera Fetîhê Muhammed Îştiye tevî gelek karsaz û mêvanên din beşdarî bernameyê bû.
Meslehetguzarê Konsolosxaneya Qudsê yê Tirkiyeyê Erman Topçu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got:
"Piştî hilbijartinên li Tirkiyeyê qediyan li vê derê gelek kes tên me pîroz dikin. Ji kesên siyasetmedar heta welatiyên li kolanan gelek birayên me yên Filistinî em pîroz kirin. Welatiyên Filistînî tên konsolosxaneyê û me ziyaret dikin."
Topçu bibîrxist ku piştî hilbijartinê li dinyayê ewil Serokê Filistînê Mehmûd Abbas ji Serokomar Erdogan re telefon kiriye û ew pîroz kiriye. Topçu wiha got:
"Ji bilî Mehmûd Abbas, Wezîrê Karên Derve yê Filistînê Riyad el Malikî jî Mevlut Çavuşoglu geriya û ew pîrzo kir. Gelê Filistînê û Tirkiyeyê birayênb hev in. Ev pîrozkirin jî vê têkiliyê baş nîlşanî dide. Em ê van pîrozbahiyan hemûyan ji Serokomarê xwe re em ê bibêjin."