İbrahim Atmaca
29 Adar 2018•Rojanekirin: 31 Adar 2018
ANKARA
Zanyaran galaksiyeke ku madeya tariyê lê tuneye keşif kir.
Ji Zanîngeha Yaleyê Prof. Pieter van Dokkum û ekîba wî teleskopeke taybet a bi navê Dragonfly Telephoto Array bi kar anî û gotin ku wan bi qasî mezinahiya Galaksiya Samanyoluyê galaksiyeke ku madeya tariyê lê tuneye keşif kir.
Li Hawaiiyê Mala Çavdêriyê ya Gemîniyê bi Hubble Teleskoba Daîreya Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) bi teleskopên din va li ser galaksiya ku navê wê "NGC1052-DF2" ye û nû hat keşifkirin, lêkolîneke berfirehtir kir kutleya wê hesab kir.
Van Dokkum der heqê galaksiya NGC1052-DF2yê ku lê madeya tariyê tuneye da got ku dema wî galaksî dît şaş û metel ma. Van Dokkum diyar kir, stêrkên ku kom bûne dora galaksiyê girtine, li ser galaksiyê ji bo madeya tariyê valahî tuneye, li galaksiyê tenê stêrkên gulover û komên stêrkan hene.
Van Dokkum destnîşan kir ku li galaksiyê gîzemek heye û ew ê li ser NGC1052-DF2yê lêkolîna wan ê dewam bike.
Hûrgiliyên lêkolînê di kovara "Nature"yê da hat weşandin.
Tê gotin ku ji hemû mîqdara madeya kaînatê nêzî sedî 84 madeya tariyê ye. Çawaniya perçeyên ku madeya tariyê pêk tîne, hê tê nîqaşkirin. Gelek komên lêkolînê ji bo ku perçeyên madeya tariyê kifş bikin, dixebitin.
Madeya tariyê ji bo ravekirina çavdêriyên kozmolojî û astronomiyê derdixin pêş. Ji ber ku perçeyên madeya tariyê û ronahiyê bandorê li ser hev nakin, ev made rasterast nayê çavdêrîkirin, lê bi saya serê bandora ku li der û dora xwe çêdikin, hebûna wan tê fêmkirin.