Abdullah Tel
29 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
ZAGREB
Hikûmeta Hirvatistanê daxwaza Wezareta Parastinê ya ji bo kirîna 12 balafirên şer ên tîpa F-16an a ji Îsraîlê, qebûl kir.
Hikûmeta ku di bin serokatiya Serokwezîr Andrej Plenkovic da civiya daxwaza Wezareta Parastinê qebûl kir.
Wezareta Parastinê ya Hirvatistanê xwest ku ji Îsraîlê 12 balafirên şer ên tîpa F-16an a Barackê bên kirîn.
Serokwezîr Plenkovic daxuyanî da rojnamegeran û got ku kirîna wan balafirên şer ji bo artêşa Hirvatistanê projeyek pir muhîm e û wiha pê da çû: "Pêşniyaza ji Îsraîlê hatibû ya herî maqul bû û me jî li ser vê lihevkir. Ew fîloya balafiran a ku wê ji me ra bê di heman demê da wê xwedî standartên NATOyê jî bin."