Türkan Tosun
29 Adar 2018•Rojanekirin: 30 Adar 2018
PARÎS
Li Fransayê hefta borî di êrîşeke markêtekê de qesabek hat kuştin, li ser medyaya civakî jineke vejeteryan şîroveyek nivîsand û got ji ber ku ew qesab e edalet pêk hatiye û ew hatiye kuştin. Li ser vê şîroveyê jinika vejeteryan hat binçavkirin.
Li gor nûçeya medyaya Fransayê jineke vejeteryan ya ku li bajarê Saînt-Gaudensê dijî ji ber peyameke xwe ya li ser Facebookê hat binçavkirin.
Hefta borî li bajarê Trebesê di marketekê de êrîşek hat kirin û qesabek hat kuştin. Piştî vê jineke vejeteryan li ser Facebookê şîroveyek nivîsand û wiha got: "Yanî çi, ji ber ku kujerek ji hêla terorîstekî va hatiye kuştin hûn diheyirin? Ez naheyirim. Ji bo wî ez li ber xwe nakevim, heta wisa ku ez dibêjim edalet pêk hatiye."
Li gor nûçeyê gelek kesan bertek nîşanî vê peyamê da, jinikê jî ev peyama xwe jê bir. Lê cendirmeyan jinik şopand û dozgeriya Saînt-Gaudensê der barê jinikê de ji ber "sûcê pesindayîna terorê" doz vekir û ew sewqî dadgehê kir.