SILÊMANIYE
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li bajarê Silêmaniyeyê hezar û 50 girtî xwarina xwe ya danekê naxwin û ji pêşmergeyan re dişînin.
Midûrê Giştî yê Girtîgeha Silêmaniyeyê Şêrko Arif ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li ser daxwaza girtiyan, dê hefteyekê fêkî, sebze û xurekên girtiyan ji pêşmergeyan re bê şandin.
Arif daxuyand ku girtiyan berê jî ji bo ku piştgiriyê bidin pêşmergeyan xwîna xwe bexşandin û wiha axivî: "Girtiyên ku di girtîgehên din ên Iraqê de ne dixwazin ku artêş ji holê rabe, dewlet hilweşe, lê girtiyên Kurdistanê ji bo ku li dijî terorîstan şer bikin jidil dixwazin ku herin eniyan û şer bikin."
Arif li ser pirsa "Tişteke wisa mumkin e ku ji bo şer girtiyan bişînin eniy?" got ku li gor qanûnên Iraqê tiştekî wiha ne mumkin e. Arif daxuyand ku ne bi tenê girtiyên kurd, ên tirkmen, ereb, suryanî û îranî jî piştgiriyê didin pêşmergeyan.
Arif got ku gel ji ber vê tevgera girtiyan kêfxweş dibin ku ji bo girtiyan efûya giştî hatiye rojevê û ev mijar tê axaftin.
Ji girtiyan Armanc Xelîl Ehmed jî wiha got: "Em bi derfetên xwe ve alîkariya pêşmergeyan ên ku ji bo gelê me canfeda ne dikin. Niha jî me xwarina xwe ya danekê şand ji bo pêşmergeyan. Heke bi qanûnî mumkin be, ez dixwazim li eniyê jî şer bikim."