7 xuşk û birayên ku li Silêmaniya bajarê Iraqê di konekî ku xizmên wan ji bo wan vegirtine de dijîn, li benda vegera dê û bav û 3 xuşkên xwe yên li Çiyayê Şengalê asê mane ne.
Bi sedan malbatên êzdî yên ku ji ber êrîşên komên çekdar yên ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) serkêşiya wan dike revîn û xwe sipartin Çiyayê Şengalê perçe bûn. Malbata Xeyro jî ji van malbatan yek e. Berî ku komên DÎŞIyê bikevin herêmê 7 zarok ji herêmê revîn, lê dê û bav û sê xuşkên wan li herêmê man.
Barê ku ket ser milê zarokên ku revîn giran e. Zarokên belengaz, bê dê û bê bav man û naçar in. Di encama şer de barekî giran ket ser milê van zarokan. Her çiqas şert û mercên jiyanê yê zarokan dijwar be jî, zarok bi hêvî ne û li benda vegera malbata xwe ne.
Birayên zarokan yê mezin Aras Xeyro (15) zarokên ku di kon de dijîn xwedî dike. Xeyro serpêhatiya xwe ji nûçegihanê AAyê re vegot: "Piştî ku milîtanên DÎŞiyê hatin herêma me, hin malbatên ereb got herêm ji bo we xetere ye, ji herêmê birevin. Li ser vê em bê deng ji gund derketin. Lê di vê navberê de milîtanan ferq kir ku em ji herêmê direvin, gule berdan ser me. Ji 700 kesî tenê 250 kes xilas bûn. Dê û bav û sê xuşkên me jî li herêmê man. Ev mehek e ku em ji wan tu agahiyê nagrin."
Xeyro got ku xuşkeke wî 18 yek jî 20 salî ye û tirsa wî ew e ku bikevin destê DÎŞIyê. Xeyro wiha berdewam kir: "Tirsa min ew e ku milîtanên DÎŞIyê tiştekî xirab bi xuşkên min bikin an jî wan bifroşin."
Xeyro got ku hemû xuşk û birayên wî yên balê biçûk in û wiha got: "Carinan ez xwe pir mezin hest dikim. Wekî ku kal bûme. Barê heft zarokan li ser milê min e. Tim ji min pirsa dê û bav û xuşkên min dikin, dibêjin dê kîngê vegerin. Ez jî ji wan re dibêjim dê di demeke kurt de vegerin. Hêviya min ew e ku vegerin."