Esra Taşkın,Alaattin Doğru
25 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2022
Serdozgeriya Parîsê daxuyand ku êrîşkarê Frensî yê ku di 23yê çileya pêşîn da êrîşeke çekdar kir û bû sedema mirina 3 kesan ji biyaniyan bi awayekî patolojîk nefret dike û aniye ziman ku ji bo ku ew biyaniyan bikuje wî ev êrîş kiriye.
Çapemeniya Fransayê li gor daxuyaniya Ofîsa Serdozgeriya Parîsê nûçeyek belav kir û got êrîşkar di binçavkirinê da gotiye ew ji biyaniyan bi awayekî patolojîk nefret dike.
Biryara binçavkirinê ya êrîşkar duh hat rakirin û wî şandin klînîka psîkiyatriyê.
Êrîşkar li wir xwe wek kesekî depresîf û dixwaze xwe bikûje pênase kir û got di 2016yan da dema ji bo diziyê ketine mala wî ji wir pê va ew ji koçberan û biyaniyan aciz e û dixwaze wan bikûje.
Di binçavkirinê da êrîşkar got roja êrîşê ew çûye herêma Saînt-Denîsê ya Parîsê ku gelek koçber li wir dijîn û xwestiye wan bikûje. Lê ji ber ku li wir hejmara wan kêm e û wî nikaribûye şarjora xwe zêde tije bike jdev jê berdaye û bimeşê çûye herêma 1emîn.
Erîşkar anî ziman ku wî zanibûye ku li wir navendeke çandê heye û ew hemû koçberan aciz dibe û poşmaniya wî ya tekane ew e ku wî xwe nekuştiye.
Duh li ser Kolana Enghîenê êrîşkarekî çekdar yê bi navê Wîllîam M. yê ku 69 salî gule berdabû der û dorê , di êrîşê da 3 kes hatibûn kuştin û 3 kes jî birîndar bûbû.
Êrîşkar hatibû binçavkirin û hatibû daxuyandin ku ew welatiyê Fransayê ye û ji şirketa rêhesinê ya Fransayê SNCFyê teqawîd bûye.
Hat ragihandin ku êrîşkar di sala 2016 û 2021î da dîsa hewl daye hinekan bikuje, di 2021î da jî bi şûr va êrîşî navendeke koçberan kiriye û 2 kes birîndar kiriye. Lê piştî salekê ew vê mehê ji hepsê derketiye.