Ahmet Furkan Mercan
26 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2022
Li deverên cuda yên Japonyayê ji ber berfa ku zêde barî afat û qeza çêbûn û jimara kesên ku di van bûyeran da mirin derket 14an.
Li gor NHKya têlevîzyona dewletê, ji 17ê berfanbarê vir va li eyaletên bakur û rojavayê berf barî û tengasî da kişandin.
Li gor Ajansa Îdareyê ya Şewat û Afatê (Shobocho) li tevahiya welêt jimara kesên ku di afat û qezayên ji ber berfa zêde çêbûn da jimara miriyan derket 14an, jimara birîndaran derket 80yî.
Li gor daxuyaniya Hokkaido Electric Power (HEPCO) piştî ku berf barî li Girava Hokkaidoyê ya li bakur ceyrana nêzî 20 hezar malan çû.
Li gor nûçeyên çapemeniya neteweyî, ji ber ku berf zêde dibare di seferên balafir û trenan da tengasî çêdibe.