Nihat Kavşut
10 Tebax 2019•Rojanekirin: 11 Tebax 2019
Hecacên ji bona weqfeyê li Girê Erefê ne ber destê sibehê kişiyan Cebelî Rehmeyê ku Hezretî Adem û Hezretî Hewa li ser rûyê dinyayê rastî hev hatine û tobeya ewil lê hatiye qebûlkirin.
Hecacên ji bona bibin hecî ji bona weqfeyê li Girê Erefê ne.

Hecac ji duh êvarê da dikişin Girê Erefê ku qederê 25 kîlomêtro dûrî Mekkeyê ye. Hecacên bi şev li wir man êvarê Qur'ana Pîroz xwendin û dia kirin. Hin hecac jî ji bona dia bikin derdikevin Cebelî Rehmeyê (Girê Rehmetê) ku Hezretî Adem û Hezretî Hewa li ser rûyê dinyayê rastî hev hatine û tobeya ewil lê hatiye qebûlkirin.

Ber destê sibehê bi hatina hecacên din jî li Cebelî Rehmeyê qerebalixî zêde bû.
- Bernameya îrşadê
Hecacên ji Tirkiyeyê hatine bernameya îrşadê ya Erefê teqîb dikin ku bi destê Ekîba Fetwa û Îrşadê hatiye amadekirin.

Piştî xwendina Qur'ana Pîroz hecac wê nimêja nîvro û esrê cem bikin û bi diaya ku Alî Erbaşê Serokê Diyanetê bixwîne weqfeyê bikin.
Piştî diaya weqfeyê hecacên ku dibin hecî heta herin Muzdelifeyê wê taet û diayên xwe bikin.

Heciyên ku wê herin herêma Muzdelifeyê li vir wê nimêjên mexreb û eşayê cem bikin û peyra ji bona ricimandina şeytên herin herêma Cemeratê.
Piştî ricimandina şeytên hecî wê herin Mescida Heram ziyareta tewafê bikin, wezîfeya sa’yê bikin, tiraş bibin û îhramê ji xwe bikin.