Önder Beyter
05 Adar 2018•Rojanekirin: 05 Adar 2018
PEKÎN
Serokwezîrê Çînê Lî Kiçîang ragihand ku hedefa Çînê ya mezinbûna aboriya 2018an "ji sedî 6,5" e.
Rûniştina destpêkê ya Lijneya Giştî ya Salane ya 1emîn a Serdema 13emîn a Kongreya Gel a Neteweyî ya Çînê (KGNÇ) li paytext Pekînê li Salona Mezin a Gel a li Qada Tîananmenê hat kirin.
Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng, Serokwezîr Lî Kiçîang, endamên Polîtburoya Partiya Komunîst a Çînê û herwiha 2 hezar û 970 delege beşdarî civînê bûn.
Serokwezîr Liyê ku rapora şixul û plana budçeyê ya hikûmetê pêşkêşî kongreyê kir, wiha got, "Di 2018an da hedefa me ew e ku Berhemên Xumalî yên Nesafî li gorî sala çûyî ji sedî 6,5 zêde be."
- Ji bo 11 milyon kesî îstixdam
Lî Kiçîang diyar kir ku zêdebûna Endeksê Bihayê Xerîdaran ku enflasyonê diyar kir, wê îsal ji sedî 3 be û herwiha Lî bal kişand ku ew ê li bajaran ji bo 11 milyon kesî îstixdama nû pêşkêş bikin.