27 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
WASHINGTON
Di kongreya Partiya Demokrat a li bajarê Philadelphiayê da ji bo hilbijartina serokatiyê ya 2016an, bi awayekî fermî namzediya Hillary Clintonê hat ragihandin, bi vî awayî Clinton di dîroka welatê xwe da bû yekemîn namzeda jin a serokatiya DYAyê.
Kongreya Partiya Demokrat a li bajarê Philadelphiayê ya ku pêrê dest pê kir, berdewam e.
Di kongreyê da îro Clintonê 15 dengên pêwîst wergirt û gihîşt 2 hezar û 383 dengan ku seba namzediyê têrê dike. Bi vî awayî Hillary Clinton wekî namzeda Paritya Demokrat a di hilbijartina 8ê mijdarê da hat ragihandin.
Hillary Clinton ku beriya niha tevî 'First Lady', wezîfeyên mîna Senatora New Yorkê û Wezîra Karên Derva ya DYAyê bi cih anî, bû yekemîn namzeda jin a serokatiya DYAyê.
Clintonê axaftina xwe ya erêkirina namzediya xwe roja pêncşemê bike.
Hillary Clintonê çend roj berê Senatorê Virginiayê Tim Kaine wekî namzedê alîkarê serok ragihandibû.
Clinton di hilbijartina 8 mijdarê ya serokatiya DYAyê da dê bi hevrikê xwe yê Komarxwaz karsaz Trump ra bikeve pêşbaziyê.
Hilbijartina serokatiyê dê 8 Mijdarê roja sêşemê were kirin.