XEZE
Hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê êrîş birin ser Xezeyê û di êrîşan de ji heman malbatê 3 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Filistînê Eşref el-Qudrayê ku bi awayekî fiîlî li Xezeyê wezîfedar e, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku balafirên şer ên Îsraîlê êrîş birin ser mala malbata Ebû Dahrac ya li ez-Zawiyeya bajaroka Xezeyê û di êrîşan de 2 jê jin 3 kes mirin, birîndar bûn.
Qudra daxuyand ku di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 7ê tîrmehê vir ve didomin de hejmara miriyan her diçe zêde dibe û wiha got: "Hejmara filistîniyên ku mirin derket du hezar û 95 kesan. Ji van 561 zarok, 258 jin, 98 kal û pîr in. Ji bilî vê 3 hezar û 189 zarok, hezar û 994 jin, 388 kal û pîr, bi tevahî 10 hezar û 500 kesî zêdetir jî birîndar hene."
Îsraîlê bi salan e Xeze dorpêç kiriye û di 7ê tîrmehê de êrîşa esmanî û di 17ê tîrmehê de jî ji bejahiyê êrîş bir li ser Xezeyê.