20 Hezîran 2016•Rojanekirin: 21 Hezîran 2016
BEXDA
Di daxuyaniya nivîskî ya Emîr Ebbas Zûxeyr ku berpirsekî Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ye da hat destnîşankirin ku li gorî qeydên şaxa wezaretê ya wilayeta Enbarê, ji ber şerê di navbera hêzên hikûmetê û rêxistina terorê DAEŞê da ji Felluce û Seqlawiyeyê 12 hezar û 219 malbatî koç kirin.
Hat diyarkirin ku ji malbatan 6 hezar û 700 jê li Emîriye Felluce, 2 hezar û 800 jê li Habaniye, hezar û 900 jê li Xalidiye û bêtirî 700 jê jî li kampên Bîzîbizê hatin bicihkirin.
Serokwezîr Heyder el-Ebadî di daxuyaniya xwe da diyar kiribû ku hêzên Iraqê navenda Felluceyê kontrol kirin, lê li hin ciyên derûdora wê şer û pevçûn dewam dikin û armanca wan a din jî rizgarkirina Mûsilê ye.
Artêşa Iraqê, unsûrên teşkîlata polêsan, milîsên şîe Heşdî Şabî û hêzên eşîretên sunnî ji bo ku Felluceyê ji DAEŞê rizgar bikin, di 23yê Gulanê da operasyona hevpar li dar xistibûn.