Abdullah Tel
19 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2020
Hejmara kesên ku li seranserê dinyayê bi şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin ji 76 milyonî derbas bû.
Li gorî malpera "Worldometers" a daneyên li ser Kovîd-19ê berhev dike li tevahiya dinyayê hejmara kesên Kovîd-19 ya li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket û kişiya wan gihîşt 76 milyon û 13 hezar û 851ê.
Di nav welatên ku pêketî û miriyên ji ber Kovîd-19ê lê hene da Amerîka di rêza ewil da ye û li welêt 17 milyon û 888 hezar û 353 kes bi şewbê ketin. Piştî Amerîkayê Hindistan bi 10 milyon û 4 hezar û 825an, Brezîlya bi 7 milyon û 163 hezar û 912an, Rûsya bi 2 milyon û 791 hezar û 220î, Fransa bi 2 milyon û 442 hezar û 990î, Tirkiye bi milyonek û 982 hezar û 90î, Îngiltere bi milyonek û 977 hezar û 167an, Îtalya bi milyonek û 921 hezar û 778an, Îspanya bi milyonek û 817 hezar û 448an, Arjantîn bi milyonek û 531 hezar û 374an, Kolombiya bi milyonek û 482 hezar û 72an, Almanya bi milyonek û 469 hezar û 991ê, Meksîka bi milyonek û 301 hezar û 546an, Polonya bi milyonek û 182 hezar û 864an û Îran jî bi milyonek û 145 hezar û 651ê va di rêzê da ne.
Li seranserê dinyayê heta niha ji ber şewba Kovîd-19ê milyonek û 681 hezar û 255 kes mirin û 53 milyon û 282 hezar û 158 kes jî ji vîrusê xilas bûn û pak bûn.