Haydar Şahin
19 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2020
Ekîba Bîdenê hilbijartina Seroktiya Amerîkayê qezenc kir diyar kir ku ew daxuyaniya Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) ya ku dibêje ji bo dewrkirina wezîfeyê li hev kirine ku piştî tetîla Noelê bikin ne rast e, peymaneke wisa tune.
Chris Millerê Wekîlê Wezîrê Parastina Amerîkayê di daxuyaniya xwe da got, "Wekî ku me bi peymanê li hev kir piştî tetîla sibê dest pê dike xebatên dewrkirinê bidomînin û civînên hatine eşkerekirin bikin."
Miller destnîşan kir ku Pentagon di pêvajoya guherandinê da bi zelalî tev digere û wiha got: "Ji 23yê mijdarê vir da wezaretê bi 256 rayedaran ra 139 milaqat kir, 161 daxwaz bersivandin, 4 hezar û 400 rûpel belgeyên ji raya giştî ra girtî ne parvekirin, 900 belgeyên veşartî parvekirin."
Miller diyar kir ku ji bo piştî sersalê jî pîlan dikin ku bi 40 rayedarên ji ekîba Bîden ra 20 milqatên din jî bikin.
- Ekîba Bîden îtiraz kir
Ligel vê Yohannes Abrahamê berdevkê ekîba guherînê ya Bîdendi daxuyaniya da rojnamevanan da Miller derewand.
Abraham wiha pê da çû: "Ya rastî me peymaneke dibêje piştî tetîlê îmze nekir. Ya girîng ew e ku di vê pêvajoyê da brîfîng û angajmanên din bidomînin, lewra dema me ya berhewa tune."
Di çapemeniya Amerîkayê da îdiayên dibêjin paşdaavêtin ji ber tetîlê nîne ji ber êrîşên sîber ên dijî saziyên federal e.
Wekî mayîn tê îdiakirin ku Pentagona ku Trump Wezîr Mark Esper û gelek rayedarên wê yên payebilind guherand bi zanatî pêvajoya dewrkirinê derengî dixe.